Li Maîdûgûrî dîsa çalakiya xwekujî

Li bajarê Maîdûgûrî yê bakurê Nîjeryayê di êrîşa xwekujî ya jineke ciwan pêk anî, herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Maîdûgûrî yê bakurê Nîjeryayê di êrîşa xwekujî ya jineke ciwan pêk anî herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku kesekî ji yekîneyên ewlekariyê yên dilxwaz da ajansa nûçeyan a AP, di êrîşan de 34 kesan jiyana xwe ji dest da. Lê belê ji rayedarên polîsan ti daxuyaniyek fermî der barê hejmara miriyan de nehat dayîn.

Êrîş, li paytexta eyaleta  Borno û bajarê herî girîng ê bazirganiyê Maîdûgûrî pêk hat. Li heman bajarî berî niha bi 3 rojan du êrîşên xwekujî pêk hatibûn, 50 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Bajarê Maîdûgûrî ku cihê avabûna grûba olperest a radîkal Boko Haram e, gelek caran dibe hedefa êrîşên bombeyî.

Di dawiya meha Çileyê de Boko Haram, ji bo vî bajarî bi dest bixe, çend caran hewldan kiribû. Di şer û pevçûnên rû dabûn herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest da.