Li lîmanên Amerîkayê greva mezin
Li lîmanên peravên rojava yên Amerîkayê tevgera greva mezin destpê kir.
Li lîmanên peravên rojava yên Amerîkayê tevgera greva mezin destpê kir.
Li lîmanên peravên rojava yên Amerîkayê tevgera greva mezin destpê kir.
Hilberînerên kartolan ên li ser înternetê bazirganiyê dikin û şîrketên Amerîkayê ji ber sedema bandora grevê ya li ser aboriyê alarm da. Hilberînerên otomobîlê yên Japon diyar kirin ku ew neçar mane ku gelek parçeyên girîng bi balafirê derxînin rê.
Bi vê re şîrketa Japon a pir netewe Nîntendo, da zanîn ku lîstikên konsoll yên herî dawî hilberandine li lîmanên Amerîkayê bloke bûne.
Piştî ku rewş her çû giran bû û bandor li ser têkiliyên bazirganî yên navbera DYA û Asyayê bû şûnde Qesra Spî ji bo çareseriya krîzê ket dewrê.
Rêveberiya Obama ji bo ku di navbera Komeleya Behrê ya Pasîfîk ku 29 lîmanan bi rê ve dibe û sendîkaya karkeran a lîmanê de rola navbeynkariyê bilîze Wezîrê Xebatê Thomas Perez şand herêmê.
Hevdîtinan di navbera sendîka û komeleyan de pêk hat di roja sêyemîn de jî encamek bi dest nexist.
Tê gotin ku grev wê mezintir be û lîman bi giştî bên sekinandin. DYA nîvê bazirganiya xwe li ser van lîmanan dikin.
Tê gotin ku wê grev bandorê li ser aboriya global bike.