Li Kurdistana Federal konferansa demokrasiyê
Li Kurdistana Federal konferansa demokrasiyê
Li Kurdistana Federal konferansa demokrasiyê
Di 21. salvegera damezrîna hukûmeta Herêma Kurdistana Federal de, bi mijarên "pirsgirêkên demokrasiyê û rewşa mûxalefetê li herêmê" konferansek li Hewlêrê hat lidarxistin. Di konferansê girîngiya destûreke bingehîn a demokratîk hat destnîşankirin.
Di 18'ê Gulana sala 1992'an de hukûmeta Herêma Kurdistana Federal ava bû. Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) 21 salên derbasbûyî yên hukûmetê nirxand û li ser pirsgirêkên herêmê yên demokrasiyê, rewşa mûxalefetê û pêşniyarên çareseriyê, li Hewlêrê konferansek organîze kir. Di konferansê de li gel endamên PÇDK'ê, ji Hizbî Zahmetkaşanî Kurdistan, Hizbî Ayendeî Kurdistan, Yekgurtiyî Îslamî, Partî Rizgarî Kurdistan, Partî Kirekaranî Rincderan, Bizotnawey Demokratî Gelî Kurdistan, Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK), Sosyalîstî Demokratî Kurdistan û nûneren gelek rêxistin û partiyên siyasî amade bûn.
Hevserkoê PÇDK'ê Diyar Xerîb axaftina vekirinê ya konferansê kir û anî ziman ku ew dixwazin bi vê konferansê re hem avabûna hukûmeta yekemîn piştî Raperînê bibîr bînin, hem jî balê bikşînin ser pirsgirêkên demokrasiyê yên li herêmê. Xerîb da xuyakirin ku, ji bo demokrasî bi pêş bikeve, divê beriya her tiştî bingehên demokrasiyê di mejiyê mirovan de bicih bibin û bal kişand ser pêwistiya destûreke nû ya bingehîn.
Xerîb got, "li Başûrê Kurdistanê destûreke bingehîn a demokratîk tineye. Em xwedî projeyekê ne. Lê der heqê vê projeyê de ne lêkolînek hat kirin û ne jî referandûmek. Ji ber vê yekê em nikarin bêjin ku hevpeymaneke me ya demokratîk heye."
Nûner û berdkevên partiyên piştî Xerîb mafê axaftinê girtin, dan xuyakirin ku divê hilbijartineke serbixwe bê kirin. Di konferansê de hat destnîşankirin, ku di serî de hêza Pêşmerge hemû hêzên ewlekariyê ji bin kontrola partiyên siyasî bên derxistin û serbixwe bibin.
Di konferansê de her weha rola çapemenî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li herêmê jî hat nirxandin. Der heqê van mijaran de rexne hat kirin, ku çapemeniya li Başûrê Kurdistanê bi awayekî têrker nebûye hêza çaremîn û rêxistinên civakî yên sivîl jî li hemberî deshilatdariyê cihê xwe yê li gel civakê baş negirtiye.
Di metna ji konferansê derket de, ji bo çareseriya pirsgirêkên demokrasiyê yên li herêmê ev gav hatin pêşniyarkirin;
"1. Avakirina destûreke bingehîn a demokratîk
2. Hilbjartineke azad û demokratîk
3. Pîvana cihêkariya hêzan bicih were anîn û serdestiya partiyên siyasî ya li ser van hêzan bê rakirin
4. Çapemeniyeke azad bê avakirin
5. Mûxalefetek demokratîk bê afirandin. Li gel partiyên mûxalîf ên li parlamentê, rêxistinên civakî yên sivîl jî bi qanûnan bên ewlekirin
6. Pêşî tevlêbûna jin û ciwanan a li nava siyasetê bê vekirin, mafên wan bi qanûnan bên ewlekirin
7. Serdestî û kontrola partiyên siyasî ya li ser Pêşmerge, polês û hêzên îstixbaratê bê rakirin
8. Pergala perwerdeya demokratîk bê afirandin
9. Aboriyeke serbixwe were avakirin û ne ji bo serdestan ji bo berjewendiya gelan were birêxistinkirin."