Li Kobanê şer û pevçûnên dijwar rû didin
Li Kobanê şer û pevçûnên dijwar rû didin
Li Kobanê şer û pevçûnên dijwar rû didin
Li eniya başûrê Kobanê vê êvarê saet 20:02’an wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.
Li gor nûçeya ANHA’yê, vê êvarî saet, 20:02’an çeteyên DAIŞ’ê li Taxa Botan a başûrê Kobanê xwestine bi wesayîteke bombebarkirî êrîşekê pêk bînin, lê hêzên YPG’ê dema êrîş ferq kirin wesayît ji dûr ve teqandine.
Her wiha hat ragihandin ku li eniyên rojhilat û başûr ê Kobanê jî şer û pevçûnên pir dijwar rû didin, çeteyên DAIŞ bi hewanan jî êrîşên li hember bajêr didomînin.
Têkildarî encamên teqînê, şer û pevçûnan hê ti agahî nehatine wergirtin.