Li Kirmaşanê 3 Kurd hatin darvekirin

Li Kirmaşanê 3 Kurd hatin darvekirin

Li bajarê Kirmaşanê 3 welatiyên Kurd duh ji aliyê rejima Komara Îslamî ya Îranê ve li ber çavê gel hatin darvekirin.

Hate ragihandin ku, 06’ê Gulanê roja Duşemê 3 welatiyên Kurd yên bajarê Kirmaşanê li qada Azadî li ber çavê gel ji aliyê rejima Komara Îslamî ya Îranê ve hatin darvekirin.

Hate diyarkirin ku, yek ji wan sê welatiyên Kurd xelkê Gîlana Rojava yê girêdayî bajarê Kirmanşanê bû. Hate îdiakirin ku bi kuştina jinekê dihat gunehbarkirin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Her wiha dezgeha qezayî ya Komara Îslamî ya Îranê îdiakir ku, her du kurdên din jî bi destdirêjiya seksê û kuştina xelkê hatine darvekirin.