Li Kerkûkê teqîn: 15 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Kerkûkê teqîn: 15 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Kerkûkê teqîn: 15 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Taxa Şorîcey a bajarê Kerkûkê wesayîteke bombebarkirî teqiya 2 jê zarok 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Danê êvarî saet 19.30’ê li bajarê Kerkûkê teqînekê rû da. Der barê teqînê de berpirsê ragihandina asayişa Kerkûkê Ferhad Heme Elî ku ji bo Rojnews axivî, wiha got: “Kesekî xwekuj li nav çayxaneya navenda bazarê li Taxa Şorce xwe teqand.”
Elî der barê birîndar û kuştiyan de jî wiha got: “Di encama teqînê de 15 welatî ku du jê zarok in jiyana xwe ji dest dan, 20 welatî jî birîndar bûn. Her wiha çar wesayîtên li cihê bûyerê jî şewitîn.”
Elî diyar kir ku birîndar ji bo tedawiyê rakirine Nexweşxaneya Azadî, her wiha du polîs jî di bûyerê de birîndar bûne.