Li Kerkûkê ji bo azadiya Ocalan 127 hezar îmze hatin komkirin

Li Kerkûkê ji bo azadiya Ocalan 127 hezar îmze hatin komkirin

Hat ragihandin ku di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî de li Kerkûkê di nav 2 mehan de 127 hezar îmze hatine komkirin

Li Başûrê Kurdistan di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî de ku bi hedefa milyonek îmze hatibû destpêkirin bi eleqedariyeke mezin a Kurdistaniyan bi rê ve diçe.

Li ser vî esasî ku di 8’ê Gulanê jî li Kerkûkê kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin. Duh êvarî li Parka Kelha Kerkûkê ji aliyê komîteya kampanyayê ve bi daxuyaniyekê encamên 2 mehan ên kampanyayê hatin aşkerakirin û hat destnîşankirin ku di nav 2 mehan de li Kerkûkê û derdora wê 127 hezar îmze hatine komkirin.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de ku bal kişand ser girîngiya kampanyayê wiha hat got, “Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ku li Başûrê Kurdistanê bi armanca 1 milyon hatibû destpêkirin em hêvîdar in bibe wesîleya yekîtî û piştgiriyeke xurt a di navbera gelê Kurd de. Em li ser navê komîteya kampanyayê tevayî kes û derdorên piştgirî dane kampanyayê spas dikin.”