Li Kerkûkê êrişên bombeyî: 13 mirî
Li Kerkûkê êrişên bombeyî: 13 mirî
Li Kerkûkê êrişên bombeyî: 13 mirî
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûk û navçeya Xortamoyê, di encama du êrişên bi wesaîtên bombebarkirî 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 75 kes jî birîndar bûn.
Piştî êrişên doh ên li gelemperiya Iraqê ku di encamê de herî kêm 70 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, îro danê sibê li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûê û navçeya Xormatoyê êrişên bombeyî rû dan. Êrişa yekemîn li navçeya Xortamo ya Başûrê Kurdistanê bi wesaîteke bombebarkirî pêk hat û di encamê de sê kesan jiyana xwe ji dest dan.
Dîsa li bazareke sewalan a li Kerkûkê jî teqînekê rû da û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wekî din, li bajarokê tarmiye yê 50 kîlometre dûrî paytexta Iraq Bexdayê ye, li hemberî hêzên ewlekariyê êrişeke întiharî pêk hat.
Di vê êrişê de, li gel êrişkar çar kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin, ku ji ber êrişên îro danê sibê herî kêm 75 kes jî birîndar bûne.