Li Kerkûkê 3 teqîn: 6 mirî, 10 jî birîndar

Li Kerkûkê 3 teqîn: 6 mirî, 10 jî birîndar

Li gorî agahiyên ku ji hêzên ewlekariyê hatin girtin, piştî nîvro li bajarê Kerkûkê 3 teqînan rû da. Di teqînan de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.

Vê çavkaniya hêzên ewlekariyê da diyarkirin ku, teqîna yekem li ber deriyê fermandariya çavdêriya bajarê Kerkûkê ya li Taxa Xezra di otomobîlekê de rû da. Di vê teqînê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 8 kes jî birîndar bûn.

Herwiha teqîna duwem jî li nêzî meydana ahenga bajar rû da. Teqîna sêyem jî di otomobîlekî li nêzî taxa Teshînî qewimî. Di encama vê teqînê de jî 2 kes birîndar bûn ku yek ji vana jî zaroke.