Li Kerboran û Rihayê çalakiyên "hukûmet gavê biavêje
Li Kerboran û Rihayê çalakiyên "hukûmet gavê biavêje
Li Kerboran û Rihayê çalakiyên "hukûmet gavê biavêje
Di çarçoveya kampanya "hukûmet gavê biavêje" ya BDP'ê de, li navçeya Mêrdîn Kerboranê û li Rihayê meş û çalakiya rûniştinê hatin lidarxistin.
Rêxistina BDP'ê ya ya Kerborana Mêrdînê di çarçoveya kampanya Navenda Giştî ya BDP'ê ya "Hikûmet gavan bavêje" de meş pêk anî û xwest hikûmet gavan bavêje û daxawzên kurdan ên aştî û demokrasiyê bibersivîne. Di meşê de Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz, endam û rêveberên BDP'ê yên navçeyan û şaredarên BDP'î yên navçe û bajarokan jî di navde bi sedan kes amade bûn. Bi sedan welatiyên ku li ber avahiya şaredariyê kom bûn, heta Qada Miradê Kinê meş pêk anîn. Komê di meşê de pankart, dowîzên ku daxwazên xwe dianîn ziman vekirin û Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin. Komê di meşê de bê navber silaganên "Bijî serok Apo" berz kir. Serokê BDP'a Kerboranê Selim Kiliç, li vir daxuyanî da û xwest şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin. Kiliç, bang li hikûmetê jî kir û xwest daxwazên kurdan bibersivîne û gavan bavêje.
Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz jî axivî diyar kir ku heta niha Hikûmeta AKP'ê tu piştgirî nedaye pêvajoya aştiyê û wiha got: "Em bi lezgîn dixwazin Birêz Ocalan azad bibe, makeqanûna demokratîk ku hemû mafan diparêze û pêş dixe bê avakirin. Bila pergala cerdevaniyê bi dawî bibe. Teqemenî bên paqijkirin. Hemû girtiyên siyasî û ji doza KCK'ê bila serbest bên berdan." Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.
RIHA
Rêxistina BDP'ê ya Rihayê jî di heman çarçoveyê de çalakiya rûniştinê pêk anî û xwest hikûmet gavan bavêje. Di çalakiyê de birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Endamên Meclîsa BDP'ê endamên meclîsa bajar, endamên meclisa şaredariyê Şaredarên BDP'î û gelek rêveberên BDP'ê Kargeriya Karakoyunê kom bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li vir li ser navê komê Hevseroka BDP'ê ya Rihayê Leyla Akça, axivî û diyar kir ku gelê kurd ji bo çareserî û aştiyê gav avêtiye û xwest êdî hikûmet gavan bavêje. Akça, daxwazên gelê kurd anî ziman û wiha got: "Gelê Kurd berî her tiştî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze. Divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Kurd dixwazin dawî li avakirina Qereqol, Bendav, HES û çandiniya mayînan bê. Dixwaze dawî li operasyon û sevkîyatên leşkerî bên û teqemenî bên paqijkirin. Dixwazin êdî dest ji wêrankirina xweza û Ekolojiyê berdin. Dixwazin perwerdehiya zimanê zikmakî bê destpêkirin û nasnameya xwe dixwazin. Dixwazin astengiyên ji pêş siyasetê û bendava hilbijartinê bên karikin. Dixwazin zagonên TMK û pergala cerdevaniyê bi dawî bibe. Dixwazin hemû tundiya li ser jinê bi dawî bkibe"