Li Karaçî serdegirtina avahiya partiya herî mezin

Hat ragihandin ku li herêma Karaçî ya Pakîstan di serdegirtina avahiya partiya herî mezin de gelek çek hatine bidestxistin. Piştî serdegirtinê li bajêr aloziyan rû da.

Hat ragihandin ku li herêma Karaçî ya Pakîstan di serdegirtina avahiya partiya herî mezin de, gelek çek hatine bidestxistin. Piştî serdegirtinê li bajêr aloziyan rû da.

Li bajarê Karaçî yê bi nifûsa xwe ya 20 mîlyon bajarê herî girîng ê Pakîstanê li hember navenda giştî ya Tevgera Neteweyî ya Yekgirtî yan jî Muttahida Qaumi Movement serdegirtin pêk hat.

Di serdegirtina ku hat diyarkirin piştî sûcdarên naskirî xwe têde veşartine pêk hat, serdegirtin ji aliyê yekîneya paramîlîter a bi navê Rangers hat meşandin.

Hat ragihandin ku di pevçûna dema serdegirtinê de herî kêm sempatîzanekî partiyê miriye.

Albay Tahir Mahmûd ê operasyon bi rê ve bir got ku  5-6 kes girtine.

Mahmûd, diyar kir ku ji kesên hatine girtin cezayê wan ên mirinê heye û hin ji wan jî di sala 2011’an de ji kuştina rojnamevanekî mehkûm bûne.

Di daxuyaniya ji aliyê Rangers ve hat dayîn, hat diyarkirin ku gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin.

Rêveberekî ji Tevgera Neteweyî ya Yekgirtî yê ji ajansa nûçeyan a AFP’ê re axivî got ku tevayî çek li ser navê hilbijêrên partiyê qeyd kirîne.

Li Karaçî di avahiyên partiyên herêmî de heman demê siyaseta çekdarî tê kirin. Tê diyarkirin ku ev siyaset piranî bi navbeynkariya grûbên bi şebeyên cuda re pêk tê.

Tevgera Neteweyî ya Yekgirtî, partiya yekemîn a Karaçî ye, lê di parlamentoya federal bi 23 parlamenterên wek hêza çaremîn e.

Ev partî ji aliyê Altaf Huseyin ê li Londra dijî tê rêvebirin. Serdegirtina avahiyê rastî nerazîbûnan hat. Sempatîzanên partiyê li gelek taxan bend danîn.