Li Italyayê hewldanên ji bo avakirina hikumetê didomin

Ev mehek di ser hilbijartina Italya re derbas bû, lê hê jî hikûmet ava nebûye.

Serokkomarê Italyayê Sergîo Matarella vê Çarşemê wê bi nûnerên partiyên siyasî re rûne û 4 rojan ev ê bidome. Di hilbijartinê 4’ê Adarê de ti partiyan dengên zêde ku bikaribe bi serê xwe hikûmetê ava bike bi dest ve neanîbû.

Serokkomar herî dawî wê bi Lîga Bakur, ku rastgirên radîkal in û Tevgera 5 Stêrik re, ya dijî pergalê re rûne. Ev du partî jî diyar dikin ku di hilbijartinê de ew bûne yên pêşî.

Lîderê Tevgera 5 Stêrikan Luîgî Maîo û lîderê Lîga Bakur Matteo Salvînî serokwezîrtiyê dixwazin. Tevgera 5 Stêrikan 32 ji 100’yî yê dengan û Lîga Bakur jî 37 ji 100’î yên dengan standin. Her du partî jî bi wê pozîsyonê ne ku dikarin hikûmetê ava bikin. Lê bêyî vê tifaqê avakirina hikûmetê pêkan xuya nake.