Li Îranê ziwatî mezin dibe, pirsgirêka avê tê jiyîn, aboriya herêmê têk diçe
Germahiya global, polîtîkayên li dijî xwezayê ne rêzdar, xerab bikaranîna çavkaniyan û çalakiyên kesan ên zerarê didin, dibin sedema belavbûna ziwatiya li Îranê.
Germahiya global, polîtîkayên li dijî xwezayê ne rêzdar, xerab bikaranîna çavkaniyan û çalakiyên kesan ên zerarê didin, dibin sedema belavbûna ziwatiya li Îranê.
Germahiya global, polîtîkayên li dijî xwezayê ne rêzdar, xerab bikaranîna çavkaniyan û çalakiyên kesan ên zerarê didin, dibin sedema belavbûna ziwatiya li Îranê.
Demekê li rojhilatê başûrê welat di navenda biyosfereke îstîsnaî de giravek hebû. Ziwa bû, bû gundek.
Nazar Saranî yê 54 salî yê ji gundê Sîhsar, got: “Êdî ava me nema û her der di nava axê de ye.”
Saranî ku ji AFP’ê re axivî got: “Berê gol hebûn. Masîvanî dihat kirin. Îro bahozên xîzê hene. Em di nava axê de dijîn.”
15 sal berê Hamun yek ji cihên herî bi dane yê cîhanê bû. Di navbera Îran û Afganîstanê de 4 hezar kîlometre bû. Gola Hamun ji çemê Helmand ku çavkaniya xwe ji Afganîstanê digirt, xwedî dibû.
Curebûneke flor û fauna Hamun hebû. Wek biyosferên Bakurê Rojava ya Anzalî û rojavayê welat Şadeganê bû.
Lê êdî ev der bûne çol. Her çiqas germahiya global û kêmbûna şiliyê ev pirsgirêk derxistibe holê jî, li aliyê din jî çalakiyên mirovan û nebaş bikaranîna çavkaniyên hikûmetê jî cih digire.
Li gorî daneyên fermî Îran ji sedî 40’ê kapasîteya bendavan tijî dike. Di nav de Tehran jî heye, 9 bajarên mezin bi xetereya avê re rû bi rû ne.
Li herêma herî xizan Sîstan-Belucîstan a welat, rewş krîtîktir e. Li vê herêmê kêmara Sunnî ya girîng dijî û ev herêm di sînorê Pakîstan û Afganîstanê de cih digire.
Lê bendavên li Afganîstanê hatine avakirin, herêma Sîstan-Belucîstan ziwa kirin. Baran kêm bûn. Aboriya herêmê têk çû. Cotkar û masîgir neçar man li gorî şert û mercên nû tevbigerin. Ciwan neçar man koçî bajarê herî nêzî Sihsar, Zabul an jî herêmên din bikin. Xizanî û bikaranîna tiryakê zêde bû. Ligel vê ji ber bahozên xîzê pirsgirêkên tenduristiyê jî zêde bûn.
Gundê Sîhsar êdî hewcedariya avê bi tankeran pêk tîne. Welatî neçar man sewalên xwe bifroşin. Firotina şîr êdî ji bo debara malbatan têr nake.
Şivan Muhammed Bazî, bertek nîşanî bêçalakîbûna hikûmeta Îranê da û got ku divê zorê li Afganîstanê bikin ku vanayên xwe vekin.
Afgan qebûl nakin ku berpirsyariyê tenê bikin ser wan. Li Afganîstanê ji 1979’an heta niha şer tê jiyîn. Avakirina jinûve ya welat wê demê bigire. Sefîrê Îranê yê Afganîstanê Nesîr Ahmed Nûr got ku di alî wan de rewş xetertir e.
Şêniyên herêmê diyar dikin ku çavkaniyên herêmê xerab tên bikaranîn. Tê gotin ku bi taybet jî para zîraatvanan di vê de zêde ye.
Hikûmeta Îranê bi saziyên civaka sîvîl re xebatan dimeşîne û hewl dide çareser bike lê texrîbat gelek mezin e û gelek karê ku bê kirin heye.