Li Îranê girtiyê Kurd xwest xwe bikuje

Li Îranê girtiyê Kurd xwest xwe bikuje

Hat ragihandin, li Girtîgeha Mînab a Îranê, girtiyekî Kurd hewl daye dawî li jiyana xwe bîne.

Li gorî daxuyaniya Kampanya Navnetewî ya ji bo Mafên Mirovan li Îranê, girtiyê Kurd Afşîn Sohrabzadeh ê 23 salî, ji bo sirgunkirin û şert û mercên girtîgehê şermezar bike, hewl daye xwe bikuje. Çavkaniyek nexwest navê xwe diyar bike ragihand ku Sohrabzadeh ê mehkûmî 25 sal cezayê girtîgehê bûye, perçeyên şikestî yên ampulê daqurtandiye, rehê xwe jê kiriye û hewl daye xwe bikuje.

Skandala mezin di dema tedawîkirina Sohrabzadeh de rû da. Ji ber ku revîr nebû, ew rakirin Nexweşxaneya Mînabê, lê piştî ku derket holê divê ji bo vê yekê destûra dozgeriyê hebe, ew ji nû ve anîn girtîgehê. Li vê derê jî, piştî destûr ji dozgeriyê hat, ew ji nû ve birin nexweşxaneyê. Li Nexweşxaneyê mehdê Sohrabzadeh hat şuştin û ew hat emeliyatkirin.

Sohrabzadeh di 8'ê Hezîrana sala 2010'an de li ser rêya Sanandaj û Qazvînê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hat girtin û bi sedema endamê partiyeke Kurd e, dadgehê ew bi gunehê "Dijminê Xwedê ye" sûçdar kir û 25 sal cezayê girtîgehê lê birrî. Cezayê Sohrabzadeh, çend roj berê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin.