Li Hîndîstanê ji ber germa zêde bi sedan kes mirin

Li Hîndîstanê, ji ber germa zêde ya rojên dawî, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Li Hîndîstanê, ji ber germa zêde ya rojên dawî, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî hejmarên fermî zêdeyî 500 kesî jiyana xwe ji dest dane. Bi bîlançoya herêmên bejahî re tê texmînkirin ku ev hejmar gelekî zêdetir be.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên eyaletên Andhra Pradesh û Telangana, ji ber germa zêde herî kêm 430 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber germa zêde ku li hin cihan digihêje 48 pileyî, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane, 500 derbas kiriye.

Lê belê tê gotin ku hejmara rastî ya windahiyan, dibe ku gelekî zêdetir eb. Li gorî daxuyaniyên saziyên alîkariyê yên însanî, mirovên li herêmên bejahî hînê nehatine qeydkirin.

Di daxuyaniya Daîreya Têkoşîna li hemberî Afetê ya eyaleta Andhra Pradesh de hat ragihandin ku beşeke girîng a mirovên jiyana xwe ji dest dane, di ser 50 salî re ne.

Serokwezîrê eyaletê Chandrababû Naîdû bang li welatiyan kir ku bi roj saet di navbera 11:00 - 16:00 de dernekevin derve.

Servîsa Meteorolojiyê ya Hîndîstanê da xuyakirin ku li gelek herêman germanî wê bi qasî hefteyekê dewam bike. Li gorî agahiyan germahiya zêde bandorê li herêmên bakur û paytext Delhî ya Nû jî dike.

Germa zêde li hin herêman rê li ber şewata li daristanan vekir. Li eyaleta Ûttarakhand a li bakurê welêt, daristaneke ji 600 hektarî şewitî.