Li Hezroyê li dijî gundên cerdevanan operasyona narkotîkê
Li Hezroyê li dijî gundên cerdevanan operasyona narkotîkê
Li Hezroyê li dijî gundên cerdevanan operasyona narkotîkê
Li navçeya Amed Hezroyê, leşker û polîsan li gundê Şikefta Cemaldîna dest bi operasyona narkotîkê kirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bi fermana Serdozgeriya Komarê re, bi koordîneya Fermandariya Herêmê ya Jendermeyan a li Amedê, bi beşdariya tîmên taybet û rêxistina îstîxbarata milî, muduriyeta emniyetê, fermandariya jendermeyan a bajêr, li bejahiya gundê Şikefta Cemaldîna operasyona narkotîkê hat meşandin.
Operasyona danê sibê destpêk kir, li gorî agahiyan hînê dewam dike.