Li Hewlêrê PÇDK’ê “Şehîdên Gulanê” bi bîr anîn

Li Hewlêrê PÇDK’ê “Şehîdên Gulanê” bi bîr anîn

19 şehîdên meha Gulanê yên di dem û cihên cûda de yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Komîna Şehîdan ya PÇDK’ê ve hatin bibîranîn. Di merasimê de Şêrwanî axivî û got; “Meha Gulanê di dîroka şoreşa PKK’ê de weke meha şehîdan hatiye binavkirin.”

Li Hewlêrê 19 Şehîdên meha Gulanê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê Komîna Şehîdan a Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) ve bi merasîmekê hatin bîranîn. Merasîma kû ji aliyê Komîna Şehîdan a PÇDK’ê hate li darxistin bi sedan welatî û malbatên şehîdan bitaybet malbatên şehîdên meha Gulanê yên Başûrê Kurdistanê beşdar bûn.

Komîna Şehîdan a PÇDK’ê ji bo 19 şehîden ji deverên wek Hewlêr, Silêmanî, Amêdî, Zaxo, Bazyan, Hecîawa, Xaneqîn û Metîna kû di meha Gulanê de, di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane merasîmek li darxist. Merasîma kû bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 19 şehîdên meha Gulanê, şehîdên tekoşîna azadiyê yên ji Başûrê Kurdistanê, herwiha Leyla Qasim, Şirîn Elemhûlî û hersê hevalên wê Ferzad Kemanger, Elî Heyderyan û Ferhad Wekîlî hatibû xemilandin, bi deqeyek rêzgirtinê bi sîroda netewî Ey Reqîq hate destpêkirin.

Axaftina vekirinê ji aliyê Viyan Rojhilat ve hate kirin û piştî wê ji aliyê malbatên Şehîdên Meha Gulanê ve mûmên ku li ber wêneyên şehîdan hatibûn danîn hatin pêxistin.

‘MEHA GULANÊ MEHA ŞEHÎDANE’

Li ser navê PÇDK’ê Wahab Şêrwanî li ser girîngiya rojê axavî. Şêrwanî balkêşan ser têkoşîna şerê çekdarî û pakrewanên azadiya Kurdistanê. Şêrwanî wiha axivî: “Di dîroka gelan de şehîd xwedî nirxê herî mezin û herî pîrozin. Ji ber ku ji bo mirov û her zîndiyekê tiştê herî binirx canê wane û dema ku ev cane di riya azadiya gelê xwe û welatê xwe de feda kir wê demê digehe pileya herî binirx û dibe taca serê wî gelî. Di dîroka şoreşa PKK’ê de di ber azadiya Kurdistanê û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd de bi hezaran şehîd hatine dayîn û xwedî derketina bîranîn û riya wan şehîdan erkê me yê yekemîn û pîroze.”

Wahab di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku, meha Gulanê di dîroka şoreşa PKK’ê de weke meha şehîdan hatiye binavkirin û gelê Kurd di vê mehê de bihezaran şehîd dane û wiha axivî: “Îro em li vir jibo bîranina şehîdên gulanê bitaybet 19 şehîdên gulanê yên ji deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê kû di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, kombûne. Di kesayeta van 19 hevalan de hemû şehîdên Kurdistanê û şehîdên bîrtînin. Ji malbatên wan re dîsa sersaxiyê dixwazîn û bang li gelê xwe yê bişeref û azadîxwaz dikİn kU xwedî li bîranîna şehîdên xwe derbikevin û bibin şopdarê riya wan.”

Ji aliyê baVê şehîd Karwan Elî û Kemal Wekîlî ve li ser girîngiya rojê axaftin hatin kirin û weke malbatên şehîdan serbilindiya xwe anîn ziman, spasiya xwe ji bo gelê Bakûrê Kurdistanê kirin kU di tekoşîna azadiyê de xwedî rolek mezinin. Malbatên şehîdan di axaftina xwe de spasiya xwe jibo Komîna Şehîdan a PÇDK’ê û beşdarvanan kir kU di rojek wiha de xwedî li şehîdên xwe derketine û bîranina wan dane jiyan kirin.”

Di dawiya merasê me ji aliyê malbatên şehîdan û endamên Komîna Şehîdan ve li gel wêneyên şehîdên gulanê û şehîdên 9’ê Gulanê wêne kêşan, dîrûşmên weke ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bijî Yeketiya Gelê Kurd’ û ‘Bimre Rejîma Dagirker’ avêtin û belav bûn.