Li Hewlêrê aqûbeta 64 gêrîlayên hatin qetilkirin hate pirsîn
Li Hewlêrê aqûbeta 64 gêrîlayên hatin qetilkirin hate pirsîn
Li Hewlêrê aqûbeta 64 gêrîlayên hatin qetilkirin hate pirsîn
Di 16’mîn salvegera Komkujiya Hewlêrê de li ber Parlementoya Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek hate dayîn. Malbatên kesên hatine windakirin jî ji bo rewşa xizmên wan bê aşkerakirin di serî de ji Serokê Heremê Mesût Barzanî, ji Serokê Parlamentoya Heremê û Komîsyona Mafê Mirovan ya Parlementoya Herêmê re name hatin şandin.
Li Hewlêrê, Komeleya Hêvî (Komeleya Alîkariya Kêmendamên Şer) bi mebesta 16'em salvegera Komkujiya Hewlêrê boneya hesab pirsîna qetilkirina 64 gêrîllayên PKK'ê yên birîndar ku di sala 1997'an de ji aliyê pêşmergeyên girêdayî PDK'ê ve di encama serdagirtina nexweşxaneyê de hatibûn qetilkirin li ber Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Malbatên kesên hatine qetilkirin û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine qetilkirin ser hebûn hate vekirin. Endamê Komeleya Hêvî Elî Hemê Saleh li ser navê girseyê daxuyanî xwend. Saleh diyar kir ku, di 16'ê Gulana 1997'an de di encama serdagirtina nexweşxaneyê de 64 gêrîlayên PKK'ê yên di nexweşxaneyê de dihatin dermankirin, hatibûn qetilkirin û wiha axivî:
"16’ê Gulana 1997’ê li bajarê Hewlêrê ji aliyê pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ve li hemberî saziyên, Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) serdegirtin hatin pêk anîn. Serdegirtin li ser gelek navendên sazî, partî û rêkxistinên cuda yên PKK’ê bi awayek hemwext çêbû. Lê piraniya kesên ku hatine qetilkirin li nexweşxaneya Hewlêr diman. Saziyên ku li rastî êrîşa pêşmergeyên PDK’ê hatine wihane; Yekitiya Netewiya Demokrata Kurdistan, Malbenda Çanda Mezopotamya, Heyva Sor a Kurdistan, Yekitiya Jinên Azadîxwazên Kurdistan, Rojnameya Welat.”