Li Hesekê Wesayîta Asayîşê hate teqandin

Li Hesekê Wesayîta Asayîşê hate teqandin

Wesayîtek hêzên Asayîşa Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hate teqanidn. Di encama teqînê de endamekî Asayîşê û zarokekî 13 salî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, îro saet di 10.15᾿an de li dijî wesayîta hêzên Asayîşê ya li taxa Nasra êrîşa teqandinê pêk hat. Di wesayîtê de bombeyek hate bicih kirin û hate teqandin. Di encama teqînê de endamê Asayîşê Mihemed Şêxo ku wesayît dajot û zarokê 13 salî Enton Edor ku nîzî cihê teqînê bû birînda bûn.