Li Hesekê teqîn: Leşkerekî rejîmê mir, 4 jê birîndar bûn

Li Hesekê teqîn: Leşkerekî rejîmê mir, 4 jê birîndar bûn

Li Taxa Ezîzîyê ya bajarê Hesekê, bombeyek teqiya û di encamê de leşkerekî rêjîmê hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li nêz Dibistana Umer Bin Ebid EL-Ezîz ya nêzî Nexweşxaneya Wetenî ya li taxa Ezîziyê ya Hesekê dema ku hêzên rejîmê kuştiyekî xwe ji nexweşxaneyê derdixist bumbeya ku ji aliyê kesên nenas di nava çopêde hatibû bicih kirin di wan de teqiya. Di encama teqînê de yek ji alîgirên rêjîmê (Elmuqeneyîn) hat kuştin û 4 ên din birîndar bûn.