Li Hesekê li dijî wesayîta rêveberê Baasê êrîş

Li Hesekê li dijî wesayîta rêveberê Baasê êrîş

Li Hesekê li dijî wesayita Rêveberê Partiya Baas êrîşa pêk hat û di encamê de ajokarê wî hate kuştin û 2 parêzvanên wî birîndar bûn.

Li Navenda Partiya Baas a taxa Mesakên a bajarê Hesekê wesayîta Rêveberê Baas ê Hesekê hate bombekirin û hate teqandin. Di encama teqînê de ajokarê rêvebirê Partiya Baas hate kuştin û 2 parêznanên wî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin wesayîta taybet ya Rêvebirê Partiya Baas ê bajarê Hesekê Nasêr Ebdilezîz dema diket Navenda Partiya Baas teqiya û di encamê de ajokar mir û 2 parêzvanên wî birîndar bû.

Hate hînbûn ku, rêvebirê Partiya Baas Nasir Ebdilezîz di dema teqînê de ne li wir bû.