Li Hesekê ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li Hesekê ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li Hesekê ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li Hesekê bi silogana ᾿᾿ Aştî û demokrasî bê azadiya Ocalan pêk nayê᾿᾿ Tevgera Ciwanên Şoreşger meşek ji bo azadiya Ocalan lidar xist.
Meş ji meydana Şehîd Dilbirîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Meşvanên ku di kolanê taxa Nasra û Tilhecer re meşiyan bê navber siloganên dilsoziya bi Ocalan re avêtin. Ciwanan posterên Ocalan, al û sembolên kurdî vekirin.
Ciwanên ku heta taxa Miftî meşiyan, li vir daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger hate xwendin.di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, felsefeya Ocalan li seranserî herêmê belav bûye û hewldanên hêzên navnetewî ku gelê Kurd û Ocalan ji hev qut bikin biserneketin. Her wiha di daxuyaniyê de bal kişandin ser pêvajoya aştiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daye destpê kirin û bandora wê ya erênî li ser herêma Rojhilata Navîn.