Li herêmên Medya tevgereke zêde ya leşkerî

Li herêmên Medya tevgereke zêde ya leşkerî

Tevgereke zêde ya balafirên şer û yên keşfê yên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medya heye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê, diyar kir ku li Herêmên Parastinê yên Medya tevgereke zêde ya leşkerî heye.

HPG’ê têkildarî tevgera hewayî ev agahî da: “4’ê Kanûnê saet di navbera 12.00 û 14.00’an de li Herêmên me yên Parastinê yên Medya li herêma Zapê, di demên diyar de bi awayekî zêde tevgera balafirên şer û yên keşfê yên artêşa Tirk ku heye. Li gor vê;

Dîsa heman rojê saet di navbera 13:30 û 14:00’an, 5’ê Kanûnê (îro) saet di navbera 07:00 û 07:30’î de jî li ser herêma me ya Heftenîn jî balafir geriyane.

Dîsa  4’ê Kanûnê saet di navbera 16:30 û 23:00’an de balafirên bêmirov li ser herêma Metîna bi armanca keşfê firiyane.