Li herêma Firatê 168 hezar imze ji bo azadiya Ocalan

Li herêma Firatê 168 hezar imze ji bo azadiya Ocalan

Kampanya berhevkirina imzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan, li Rojavayên Kurdistanê û Sûriyê berdewam e. Di deh rojên dawiyên de li herêma Firatê "Kobanê, Minbic, Tilebyed û Cerablisê." 168 hezar imze hatine berhev kirin.

Li herêma Firatê 168  hezar imze

Di qonaxa deh rojan de li herêma Firatê "Kobanê, Minbic, Tilebyed û Cerablisê".  di çarçoveya kampaniya imzeyan  ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, 168 hezar imze hatine berhevkirin. 48 hezar ji wan li bajarê Minbicê ku bi tevlîbûna hemû pêkhateyên herêmê pêk hatin. Ji kesên ku tevlî kampanyayê bûne, serokê Meclîsa Şoreşgerî yan Minbicê Mistefa Hac Abdela, endamên tabûra Elnesir ya girêdayî Togaya Eniya Kurdan, endamên tabûra Rayet Elheq ya girêdayî togaya Ehrar Elşam û dîdargeha Xwendekarên bê sînor.

Li bajarê Kobanê ku yekemîn bajar bû dest bi kampanyayê kir, 100 hezar imze hatin berhev kirin, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Partiay Demokrata Pêşverû a Kurd li Sûriyê, Partiya Komonîsta Sûrî, Partiya Demokrata  Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a demorat li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokrat Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Star, Saziya Zimanê Kurdî, Konfedresiyona Xwendekarên Welatparêzên Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger tevlî kamaniyayê bûn.

Li Cerablis 10 û Tilebyedê jî 10 hezar imze bi tevlîbûna hemû pêkateyan hatin berhevkirin.

Taxa Zorava ya Şamê

Li taxa zorava ya şamê kampanya imzeyan  ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên di zindanên dewleta Tirk de, bi civînekê bi beşdariya şêniyên taxê û gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, hate destpêkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê,  peyamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiay Demokrata Pêşverû a Kurd li Sûrî, Yekîtiya Star, Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûryê hatin xwendin.

Di peyaman de hate diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daxwaza gelê kurd e, bi hemû beş rêxistin û partiyên xwe, her wiha bal hat kişandin ser pêvajoya çareseriya Demokratîk ku rêberê  gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pêkiriye û ji dewleta tirk hate xwestin ku Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest berde.

Piştre ji bo destpêkirina kampaniyayê sê navend, Kolana sereke, Rawestgeha Servîsan û Navenda Osman Sebrî hatin destnîşan kirin.

Bajarê Dêrikê

Li bajarê Dêrikê jî ji destpêkirina kampaniya  imzeyan ji bo azadiya rêberê gelê Kurd Abdula Ocalan,  girseya gel li navenda bajêr kom bû, kampaniya imzeyan ji hêla hemû pêkhateyên bajêr, Kurd, Ereb û Suryaniyan bi xweşbînî hate pêşwazî kirin.

Her wiha ji endamên Yekîtiya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Saziya Malbatên Şehîdan 6 komîteyên berhevkirina imzeyan hatin avakirin.