Li herêma Euro mezinbûn di asta herî bilind a 7 mehên dawî de ye
Li gorî îndeksa PMI ya ku der barê herêma Euro de hatiye aşkerakirin de, bi jinûve zindîbûna aboriya Fransayê re mezinbûna li herêma Euroyê di 7 mehên dawî de derketiye asta herî jor.

Li gorî daneyên ku Markît aşkera kiriye, daneya PMI ya meha Sibatê ya Herêma Euro wek 53.5 pêk hatiye. Mehek beriya wê 52.6 pêk hatibû.
Pispor diyar dikin ku ji bendewariyê wêdetir encamek baş hatiye bidestxistin. Daneya PMI dema 50 puanî derbas bike aktîvîte pêşde diçin, dema di bin 50 puanî de be jî şûnde dikevin.
Ligel krîza deyn a Yewnanîstanê, mezinbûna aboriya Herêma Euro wê lez bibe û ev wê di mehên pêş de bidome.
Aborîstê Markît, Chrîs Wîllîamson diyar kir ku ger encamên meha Adarê bendewariyan neşikîne, aboriya Herêma Euro di çariyeka salê de herî kêm ji sedî 0.3 mezinbûnekê wê winda bike.
Dema li gorî welatan bê destgirtin agahiyên baş ên ji Elmanyayê tên nabin surprîz, ji ber Fransa ji aboriya tevizî xilas bû di daneyên mezinbûnê de rol lîst.
Daneya PMI ya meha Sibatê ya Elmanyayê wek 54.3 pêk hat. Ya Fransayê jî derket 52.2 puanî.