Li herêma di navbera Kanîreş û Çatê de tevgera leşkerî

Li herêma di navbera Kanîreş û Çatê de tevgera leşkerî

Hate ragihandin ku, tîmên taybet û leşker li herêma di navbera navçeya Kanîreş ya Çewlikê û Çata Erziromê bicih kirine.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, geliyên herêma Geçîtlî, gundê Dortyol, Tuzlucayê yên di navbera navçeya Kanîreş ya Çewlikê û Çata Erziromê de tîmên taybet û leşker bicih kirine. Hate ragihandin ku, ev sê roje di demjimêrên şevê de tevgera tîmên taybet û leşker bi peya diçin geliyên herêmê û şev li wir dimînin.