Li Girtîgeha Wanê du girtî hatin sirgûnkirin
Li Girtîgeha Wanê du girtî hatin sirgûnkirin
Li Girtîgeha Wanê du girtî hatin sirgûnkirin
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK'ê yên bi navê Dîren Yaşar û Diyar Kaydu ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê diman di saetên êvarê de hatin sirgûnkirin.
Hat ragihandin ku girtiyên siyasî yên ji doza PKK'ê yên bi navê Dîren Yaşar û Diyar Kaydu ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê diman di saetên êvarê de hatin sirgûnkirin. Rêveberiya girtîgehê der barê sirgûnê de ti agahî nedan û ji hinceta ewlehiyê ne hat zanîn ku Kaydu û Yaşar sirgûnî kijan girtîgehê hatine kirin.
Yaşar û Kaydu di 25'ê Îlona 2013'an de di nava 18 girtiyên PKK'î yên ku ji Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê firar kirine de cih digirtin û ji Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Wanê hatibûn kirin.