Li Girtîgeha Lîceyê rageşî bi dawî bû

Li Girtîgeha Lîceyê rageşî bi dawî bû

Hate zanîn ku, rageşiya li Girtîgeha Lîceyê bi dawî bû û dema girtiyan bi malbatên xwe re hevdîtina vekirî kirin tu pirsgirêk neqewimîn û Qeymeqamê Lîceyê jî bi girtiyan re ma.

Li Girtîgeha Lîceyê ya Amedê di navbera girtî û gardiyanan de rageşî derket. Li gorî agahiyan di seet derdorên 10.00'an de li koguşan lêgerînê pêk hat û ji ber girtiyan bertek nîşanî pêkanînên gardiyanan da rageşî derket. Hate hînbûn ku, girtiyên bertek nîşanî zextan dan û alavên di koguşan de di paçeyan de avêtin û li girtîgehê slogan qîr kirin. Piştî rageşiyê gelek leşker û polîs sewqî girtîgehê hatin kirin. Hate zanîn ku, Serdozgerê Komarê yê Lîceyê jî hate girtîgehê.

Piştî rageşî hate bihîstin xizmên girtiyan hatin ber girtîgehê û sekna wan berdewam dike. Girtiyên di koguşa duyemîn de di nîşeya di paçeyê de avêtin cem kesên li ber girtîgehê û wiha hate gotin: "Em di koguşa duyemîn de dimînin. Dozger di hûndir de neheqiyan dike. Bigihijin çapemeniyê. Bila piştgiriyê bidin."

Piştî bûyerê Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê M. Emîn Yildirim û Şaredara Lîceyê Fîkriye Aytîn çûn girtîgehê bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinan pirsgirêk çareser bû û girtiyan bi malbatên xwe re hevdîtina vekirî pêk anîn.

Hate ragihandin ku, Qeymeqamê Lîceyê Ozel Ozbek û Serdozgerê Komarê yê Lîceyê jî hatin girtîgehê bû girtî û xizmên girtiyan re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinên qeymeqam pêk anîn malbatên girtiyan ji bo hevdîtina vekirî hilgirtin girtîgehê.Hate zanîn ku, rageşî bi dawî bû û ji bo hevdîtin bê pirsgirêk bi dawî bibe Ozbek jî di girtîgehê de bi girtiyan re ma.