Li girtîgeha Helebê îdiaya 14 girtî mirine
Li girtîgeha Helebê îdiaya 14 girtî mirine
Li girtîgeha Helebê îdiaya 14 girtî mirine
Girtiyekî li zindana Misilmiyê ya navendî ya li bajarê Helebê îdia kir ku, di encama pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û Artêşa Azad de 6 kes û ji ber nexweşiyan jî 8 kes bi giştî 14 girtiyan jiyana xwe ji dest daye.
Girtiyê ku nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku di encama pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û Artêşa Azad de rokêtek li beşên yekemîn û duyemîn ên zindanê ketine û 6 girtiyan jiyana xwe jidest daye, her wiha ji ber nexweşiyan jî di çend rojên borî de 8 kesan jiyana xwe jidest daye.
Heman girtî got ku, ev 5 rojin li zindanê xwarin û vexwarin pir kêm bûye, hêzên rejîmê jî girtiyên ku doza av û xwarinê dikin tehdît dikin. Heman çavkanî diyar kir ku, li girtîgehê gelek nexweşî belav bûne û girtî ji ber tunebûna dermanan bi mirinê re rû bi rû ne.