Li Girkê Legê Şehîdên Gulanê hatin bîr anîn
Li Girkê Legê Şehîdên Gulanê hatin bîr anîn
Li Girkê Legê Şehîdên Gulanê hatin bîr anîn
Li Girkê Legê Hêzên Asayîşê ji bo bîranîna şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê civînek lidar xist.
Bi nêzîkbûna 18’ê Gulanê roja bîranîna şehîdan û ji bo bîranîna Şehîdên azadiya Kurdistanê, bi beşdariya sedan ji endamên Asayîşa Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa, Mistefawiyê û Dîrona Axî civînek li navenda asayîşa Girkê Legê hate lidarxistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçer di derbarê bîranîna şehîdanê de axivî û wiha got: “Bi hezaran Kurdistanî ji bo rûmet û azadiya gelê Kurd xwîna xwe erzan dan û yek van Şehîd Heqî Karer ku ji bo azadiya Kurdistanê di 18’ê Gulan a 1977’an de bi destê xayînan şehîd ket. Kurdistanî heta niha jî xwîna xwe ji bo rûmet û azadiya gelê Kurd erzan didin û parastina bingeh û nirxên xwe dikin.”
Koçer di axaftina xwe de wiha dom kir: “Şehîd riya azadiyê ne û bi wan riya azadiya me ronî dibe. Civaka dixwaze xwe bi pêşvebixe divê doza şehîdan bernede yên ku xwîna xwe ji bo civaka xwe dane.”