Li Girkê Legê şahiya Zimanê Kurdî

Li Girkê Legê şahiya Zimanê Kurdî

Şahiyên Roja Zimanê Kurd didomin. Bi vê mebestê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi boneya 15’ê Gulanê roja Zimanê Kurdî şahiyek li bajarokê Rimêlan lidar xist. Di şahiyê de 200 bawernameyên zimên hatin belavkirin.

Li navenda Çand û Hunerê a Bajarokê Rimêlan SZK’ê şahiyek bi munasebeta roja Zimanê Kurdî bi beşdariya  sedan kesên ji pêkhateyên herêmê lidar xist. Di şahiyê de 200 bawername li şagirtan hatin belavkirin û 85 mamosteyên ku dest ji dibistanên xwe bernedan û di dibistanan perwerde domandin ji aliyê mamosteyên Ziman Kurdî yên kampa penaberan a Şehîd Rûstem hatibûn, pêşkêş kirin mamosteyên hatin xelatkirin. 

Şahî bi rêzgirtina ji bo pekrewanên nemir destpê kir. Di şahiyê de daxuyaniya Saziya Zimanê Kurdî ya derbarê 15’ê Gulanê de hate xwendin. Endamê perwerdeya Zimanê Kurdî ya PDPKS’ê Amir Silêman axivî û bal kişand ser rola Zimanê Kurdî di nava civaka Kurde ku bi salana li ser destê rejîmên desthilatdar dihate qedexekirin.

Li ser navê Yekîtiya Xiristaniyên Rêmelan Sûad Yeşoi diyariyek diyarî SZK’ê kir û spasiya mamosteyên Zimanê Kurdî kir.

Di şahiyê de helbestvan Ferhadê Merdê helbestên xwe pêşkêş kirin. Komên Serhildan, Cûdî û koma Ciwanan stran gotin. Beşdarvana xelekên govendê gerandin. Her wiha koma Serhildan şano li ser Zimanê Kurdî pêşkêş.

Di dawiya şahiyê de li mamosteyan xelat hatin belav kirin û 200 bawername dan xwendekaran. Şahî bi stran û govendê bi dawî bû.