Li Geverê terora polîsan

Li Geverê terora polîsan

 Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji ber Fermandariya Tugayê leşkerîsewqî Şemzînanê kirin, welatiyan bertekên xwe anîn ziman. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî her kesî kir û li kolanan teror meşand. Polîsên ku li her kolanê mudaxale kir.

Fermandariya Tugayê ya Colemêrgê bi karwanekî maşîneyên zirxî gelek leşker ji Geverê sewqî Şemzînanê kirin. li ser vê yekê welatiyên Geverê bertekên xwe anîn ziman û karwana leşkerî şermezar kir. Maşîneyên zirxî yên alav û amûrên leşkerî yên şer têde hena, sevkîyata wan a ber bi Herêma Federal a Kurdistanê ve berdewam dike. Welatiyên ku li hemberî vê yekê bertekên xwe anîn ziman rastî mudaxaleya hişk ya polîsan hatin. Girseya ku pêşiya karwan girt, rastî mudaxaleya bombeyên gazê, ava şid hat. Li navçeyê esnafan dikanên xwe girtin û tev li çalakiyê bûn. Polîsan bi bomeyên gazê camê 2 esnafan şikandin û her der bû qada şery. Bi dehan maşîneyên çevîk ên polîsan li nava bajar tûr dan xwe û gef li welatiyan xwarin.

Piştî vê bûyerê rêveberên HDP û DBP'ê li ber otela Oslo daxuyanî dan çapemeniyê. Seroka HDP'ê ya Geverê Ferman Oztunç, diyar kir ku senaryoya ku li Geverê tê meşandin didome û bang li hemû kesên hestiyar kir ku li cih li Geverê lêkolîn bikin. Oztunç, anî ziman ku her roj karwanên polîs û leşkeran di nava bajar re diçin û bi tanq, top û çekên giran ên leşkerî sewqîyat tên kirin. Oztunç, da zanîn ku gelê Geverê di bin talûkeya mezin de ye û wiha got: "Ger ku tiştekî neyînî li Geverê pêk bê berpirsiyarê vê yekê qeymeqam û walî ye. Serokwezîr û Serokomar e."