Li Geverê êrîşên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin

Li Geverê êrîşên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin

Li navçeya Gever a Colemêrgê bi hezaran welatî, êrîşên çeteyên DAIŞ ên ji ser Tirkiyeyê re şermezar kirin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê di pêşengiya DBP û HDP’ê de meşa piştgiriya ji bo Kobanê hat lidarxistin. Di nav wan de ku hevserokên Meclîsa Civaka Demokratîk, hevşaredarên Gever, Bajêrgeh, Xirwate, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û DOKH’ê jî ku hebûn, bi hezaran kes li ber avahiya DBP’ê kom bûn û ber bi Cadeya Cengîz Topel ve meşiyan. Girseyê li ber Otela Oslo daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Di meşê de dirûşmên, "Bijî berxwedana YPG/YPJ", "Bijî berxwedana Kobanê", "Qatil DAIŞ, hevkar AKP" û "Destên dirêjî parêzeran bibin wê bişkin” hatin gotin. Girse piştî meşê, rêzgirtin pêk anî û “sirûda, “Çerxa Şoreşê” xwendin.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya navçeyê Ferman Oztunç ku daxuyanî da, piştgiriya AKP’ê ya ji çeteyan re şermezar kir.

Hevserokê Rêxistina DBP’ê Evliya Alkan jî tundî û bi awayekî kêfî binçavkirina mirovan a ji aliyê polîsan ve şermezar kir û nerazîbûn nîşanî sewqiyata leşkerî kir. Alkan bal kişand êrîşa li hember parêzer jî û got, “Du jê parêzer, yek jê mamostayekî Tirk û yek jî xebatkarekî me li 4 mirovên me dan. Ew kirin bin piyan û bi awayekî kelepçekirî hatin muayenekirin. Berpirsiyarê vê bûyerê qeymeqam, me dawetî hevdîtînê dike. Em çi bi we re biaxivin? Kî ji wan tiştan berpirsiyar e? Ji wan hemû tiştan ti berpirsyar î.”