Li Geverê dikan hatin girtin

Li Geverê dikan hatin girtin

Li navçeya Gever a Colemêrgê ji ber bûyerên di dema derbasbûna konvoya leşkerî de rû dan, esnafan dikanên xwe girtin.

Beriya ku konvoya leşkerî derbasî bibe gelek wesayît sewqî ser Rêya Şemzînanê hatin kirin. Dema konvoy gihişt navenda sûkê komekê, konvoy da ber keviran. Polîsên bi konvoyê re, bi guleyên plastîk, ava şid û bombeyên gazê êrîşê komê kir. Komê jî bi keviran bersiv da. Gelek bombeyên gazê li dikanan ketin.

Li navçeya ku esnafan dikanên xwe girtin, alozî didome.