Li Fransayê li dijî çeteya rastgir a nîjadperest operasyon

Li dijî koma rastgir a nîjadperest ku di salên dawî de li Fransayê hejmara wan zêde dibe û piraniya wan şîdetê pêk tînin, operasyonek mezin pêk hat.

Li dijî koma rastgir a nîjadperest ku di salên dawî de li Fransayê hejmara wan zêde dibe û piraniya wan şîdetê pêk tînin, operasyonek mezin pêk hat. Li herêma Pîcardîe  ji komeke nîjadperest 15 heb hatin binçavkirin û guman heye ku çete ji gelek çalakiyên şîdetê berpirsin.

Li bakurê welatê Fransayê li herêma Pîcardîe li dijî komeke çeteyên rastgir a nîjadperest ku li herêmê gelek aktîf in operasyonek pêk hat. 15 kes ji komê tên lêpirsînkirin û der barê 9 kesan de jî biryara girtinê hat dayîn.

Di çarçoveya lêpirsînên ku di Sibata 2014’an de hat destpêkirin, endamên çeteyan bi sûcdariya , hewldana kuştin, dizî, lêdan, qaçaxvanî, şewitandin û gelek karên din tên sûcdarkirin. Li bajarê Amînes dozgerê komarê  agahî da Le Fîgaro û da zanîn ku çete karên xwe bi bazirganiya tiryak û diziyê fînanse dikin.

Hat destnîşankirin ku çekên giran li ser endamên çeteyên rastgir hatine girtin û berê jî êrîşî hinek kesan kirine.

Civaknas Stephane Françoîs ku bi xebatên xwe yên li ser şopandina çeteyan tê zanîn diyar ku herêma Pîcardîe ji bo rastgiran cihekî girîng e. Fançoîs anî ziman ku li herêmê hîmê nîjadperestî û rastgiriyê zêde ye û got ku betalî jî ciwanan dixe nava vê çeteyê û ciwan ji aliyê çeteyan ve tên bikaranîn.

Hat gotin ku endamên çeteyan ji nîjadperestan pêk tên û li destê wan çend morên wek şeklê xaçê hene. Hat hînbûn ku lîderê çeteyan ciwanekî 25 salî ye û ji 18 saliya wî de qeyda wî bi polîsan re heye. 

Tê gotin ku çeteyên li herêma Pîcardîe, têkiliya wan dibe ku bi Troîsîême Woîe (rêya sêyemîn) ku di 2013’an de hat rojevê û navenda wê li Parîsê ye, re hebe. Di 2013’an de ciwanekî çepgir ê bi navê Clement Merîc hat kuştin û tê texmînkirin ku koma çeteyan Rêya Sêyemîn e. Çeteya Rêya Sêyemîn piştî kuştina Clement Merîc xwe fesh kiribû.