Li Fransayê kargeh bi xemsarî nêzî wekheviya jin-mêr dibin
Li Fransayê, tevî qanûnên ku di salên dawî de hatin derxistin jî, newekheviya jin-mêr a di jiyana kar de dewam dike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Civakî ya Fransayê, 1.500 kargehên berpirsyariyên xwe yên li ser wekheviya jin-mêr bicih neanîne, bi hişyarkirinê hatine cezakirin. 48 kargeh jî hatine cezakirin.
Li gorî wezaretê, beşeke girîng a kargehên hatin hişyarkirin kêmasiyên xwe di demeke kurt de ji holê rakirin û beşek jê jî hatin cezakirin. Kargehên hatin cezakirin, ketina îhaleyên cemaweriyê li wan hat qedexekirin.
Li Fransayê, li gorî qanûnên ji dawiya sala 2012'an û vir ve di meriyetê de ne, kargeh neçar in bi armanca pêkanîna wekheviya jin-mêr muzakereyê bikin û planên pêwîst amade bikin. Kargehên li gorî pîvanên wekheviya jin-mêr tevnegerin, bi qasî ji sedî 1 ê mehaneyên hemû personelan cezayê pereyan lê tê birîn.
Li Fransayê, newekheviya hatineyên jin û mêr bi qasî ji sedî 25 e. Jin ji bo qezenca salekê ya mêr bi dest bixe, divê 1 sal 2 meh û 26 rojan bixebite. Ji ber vê yekê 'Roja Mehaneyê Wekhev (Equal Pay Day)' a li Fransayê, îsal li 26'ê Adarê rast hatibû.