Li Fransayê ciwanên hawirdorparêz û polîs pev çûn
Li Fransayê, di çalakiyên li hemberî şîdeta polîsan û projeyên tinekirina hawirdorê de, polîs û xwepêşandêr pev çûn.
Li Fransayê, di çalakiyên li hemberî şîdeta polîsan û projeyên tinekirina hawirdorê de, polîs û xwepêşandêr pev çûn.
Li Fransayê, di çalakiyên li hemberî şîdeta polîsan û projeyên tinekirina hawirdorê de, polîs û xwepêşandêr pev çûn. Di xwepêşandanên komên çep ên li bajarên Nantes û Toulouse de, ji ber destwerdana polîsan herî kêm 15 kes birîndar bûn, bi dehan xwepêşandêr hatin binçavkirin.
Zêdeyî hezar xwepêşandêrên li bajarê Nantesê hatin cem hev, bi dirûşma 'li hemberî polîs, li dijî şîdeta civakî û aborî Berxwedan" çalakî lidar xistin. Girseya gel bi wesîleya salvegera çalakiyên dijberiya projeya balafirgeha Notre-Dame-des-Landes a par rê li ber bûyerê mezin vekiribû civiya, li destwerdana polîsan a ava şid û gava çavan dişewitîne, rast hat.
Di çalakiyê de hin ji xwepêşandêran jî bi keviran êrîşî polîsan kirin. Li gorî Wezareta Karên Hundir herî kêm 13 polîs birîndar bûn. Wezaretê diyar kir, ku yek ji polîsan ji ber derba li sînga wî ketiye, bi giranî birîndar bûye. Tê gotin ku di bûyeran de herî kêm 3 xwepêşandêr birîndar bûne.
Hat ragihandin ku ji ber bûyeran polîsan herî kêm 10 xwepêşandêr kirine bin çavan û li hin avahî û rawestgehên otobusan ên li nava bajêr xisar çêbûye.
Li bajarê Toulouse jî, bi sedan endamên tevgera bi navê 'Herêmên Parastî (ZAD)' li dijî betonkirin û ji bo parastina qadên çandiniyê xwepêşandan lidar xistin. Ji bo bîranîna milîtanê bi navê Remî Fraîsse yê di xwepêşandaneke meha Cotmehê ya li dijî çêkirina bendavê de ji aliyê polîsan ve hat qetlikirin, xwepêşandêran berdilkên reş li xwe kirin.
Wezareta Karên Hundir da xuyakirin ku xwepêşandêran di dema çalakiyê de bi boyaxê êrîşî polîsan kirine û îdîa kir ku li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê dest li xwepêşandanê werdane.
Wezaretê ragihand ku herî kêm sê polîs birîndar bûne û gelek avahiyên derdorê zerar dîtine. Di bûyerê de 15 çalakger hatin binçavkirin.