Li Farqînê 6 kes hatin binçavkirin
Li Farqînê 6 kes hatin binçavkirin
Li Farqînê 6 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Farqîn a Amedê duh di çalakiyên şermezarkirina êrîşên li hember Kobanê de 6 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, duh êvarî bi armanca şermezarkirina êrîşên li hember Kobanê li taxên Baglar, Ferîdûn, Tekel û Mescît xwepêşandan hebûn.
Ciwanên çalakî li dar xistin, rêya Amed-Bedlîsê li çûnûhatinê girtin. Di navbera polîsên ku êrîş kirin û ciwanan de pevçûn derketin. Piştî pevçûnan polîsan 6 kesên ku di nav wan de zarok jî hene kirin bin çavan.