Li Ewropayê berbi Konferansa Aştî û Demokrasiyê

Li Ewropayê berbi Konferansa Aştî û Demokrasiyê

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Bruksel a Belçîkayê rêxistin û organîzasyonên Kurdistan û Tirkiyeyê yên Ewropayê hatin cem hev û biryara pêkanîn Konferansa Aştî û Demokrasiyê dan. Konferans di 29-30 hezîranê de  dê li Brukselê pêk were.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên penaberan yên Kurd û Tirk yên li Ewropayê dijîn, bi armanca ku konferansên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiribû aliyê wê yê Ewropayê bê nîqaşkirin li paytexta Bruksel a Belçîkayê hatin cem hev.

Civîna ku duh li avahiya Kongreya Netewî a Kurdistanê (KNK) ya li Brukselê pêk hat; Nûnerên rêxistinên Ewropayê yên Asurî-Suryanî, Saziyên Elewî yên Ewropayê, KNK, DÎDF, YEK-KOM, TÎKB, Komeleyên Dêrsîmê, Komeleyên Karerlîler, Rêxistinên Êzdiyan, Civaka Kurd ya Almanyayê, Meclisa Aştiyê ya Ewropayê, Însiyatîfa jinên Kurd-Tirk yên Ewropayê, FEDA, Komeleya Aştiyê, Federasyona Êzdiyan, Rêxistinên Pontuz (Laz) Partiya Îslamî ya Kurdistanê, TUDAY, Yekitiya Penaberên Bindest, Yekitiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê, Serokê KONGRAGEL Remzî Kartal, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, nivîskar Dogan Ozguden, Ferda Çetîn, Yucel Ozdemîr, Mahîr Sayin, Teslîm Tore jî di nav de nêzî 60 nûnerên rêxistin û saziyan tevli bûn.  Gelek saziyên kut evli civînê nebûn jî peyamên xwe şandin û diyar kirin ku dê di xebatên konferansê de cih bigirin.

EM DI PÊVAJOYEK DÎROKÎ DE DERBAS DIBIN

Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal axaftina vekirinê ya civînê kir. Kartal li ser navê Tevgera Azadiya Kurdistanê kesê tevli civînê bibû silav kir û dest bi axaftina xwe kir. Kartal diyar kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya nû destpêkiriye û got: “Em niha di pêvajoyeke dîrokî de derbas dikin. Ev pêvajo dê guherînên radîkal yên girîng li herêmê çêbike. Bi pêşveçûna pêvajoyê re di navbera hikûmet û Ocalan de hevdîtinan destpê kir. Dewleta Tirk li dijî Tevgera kurd neçar maye. Hikûmeta tirk di polîtîkaya Tirkiyeyê de jî xetimî. Rastiya têkoşîna Rojava, carek din nîşan da ku polîtîkayên înkarê encamê nade. Di vê pêvajoyê de Ocalan însiyatîf girt û di encama vê de ji nûve dest bi hevdîtinan kir.  Di encama hevdîtinan de mutabakatek giştî derketiye holê.”

Kartal behsa plana 3 pêngav jî kir û got: “Pêngava yekemîn vekişîna gerîla bû. Ya duyemî jî piştî vekişînê paqjiya rê yanî bi sererastkirinên qanûnî avakirina bingeha makeqanûnek nû bû. Di vê rewşê de pêngava sêyemîn jî  ya normalbûnê bû. Yanî ger pirsgirêka azadî û ewlehiyê ji holê rabû şûnde wê demê dê bê çekdbûn bê rojevê. Ger ku pêvajo têk biçe dê cudabûn bikeve dewrê. Ocalan ji bo pêvajoya heyî bimeşe 4 konferans pêşniyar kir.  Ji van konferansan yek jî li Ewropayê pêk tê û tê pêşniyarkirin ku hemû nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên penaberan yên Kurd û Tirk yên li Ewropayê dijîn tevli konferansê bibin.

Her wiha cigira KNK’ê Nîlufer Koç jî axivî û der barê amadekariyên konferansê de agahî dan û got: “Beyîn ku em li fikaran xwe bidin rawestandin divê me li pey xeyalên xwe biçin. Divê em ji pirsên xwe re bibin bersiv.  Her kes divê tevli vê pêvajoyê bibe.  Bi taybet yên kum e gazî kirine me diyar kir ku divê bi hêz tevli bibin.”

Her wiha di civînê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, Serokê Federasyona Komeleya Karkerên Demokratîk Huseyîn Avgan, Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind, ji Civaka Kurd a Almanyayê Alî Toprak, ji rêxistina Asurî-Suryanî Şabo Şahîko, ji Meclisa Aştiyê ya Ewropayê Gunay Aslan, ji Platfoma Surgunên Ewropayê Hayrî Agrav, ji Konfederasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê Bulent Ant, ji Federasyona Dêrsîmê Salman Çîgmen û gelekên din axivîn.