Li Erxeniyê li dijî Tiryakê meş hat lidarxistin

Li Erxeniyê li dijî Tiryakê meş hat lidarxistin

Li navçeya Erxeniyê ya Amedê Platforma Rêwîtiya Jiyana Azad û Paqij, li dijî tiryakê û esrarkêşan meş pêk anî û bang li her kesî kir ku, li hemberi vê yekê bêdeng nemînin.

Li navçeya Erxeniyê ya Amedê Platforma Rêwîtiya Jiyana Azad û Paqij, li dijî tiryak, esrarkêş, diz û fihûşê meş pêk anî. Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê, endamên meclisa şaredariya Erxeniyê, Nûnerên Egîtîm Sen, SES'ê, welatiyên esnaf û gelek welatiyên din amade bûn.

Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn, heta navenda sûkê meş pêk anîn. Girsê di meşê de pankarta "Gelê Erxeniyê destûr nade tiryak, fihûş, diz û bahîsê" û siloganên "Ciwan tiryakê dikişînin, polîs temaşe dike" qîr kirin. Komê bi dowîz, pankart û siloganên xwe tiryak, diz û fihûş şermezar kir.

Li ser navê Platformê Nûnerê SES'ê yê Erxeniyê Denîz Akdag li ber muzeya Sezai Karakoç daxuyanî da û xwest hemû malbat li ciwanên xwe xwedî derkevin. Kom piştî daxuyaniyê bi tîlîliyan belav bû.