Li Elmanyayê wê qedexeya tûrbanê ji nû ve bê destgirtin

Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê, têkildarî qedexeya tûrbanê biryara xwe da. Weke duh jî hatibû îdîakirin dadgehê biryar da ku qedexeya tûrbanê ne li gor rêgeza ‘azadiya ol û baweriyê” ye.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê, têkildarî qedexeya tûrbanê biryara xwe da. Weke duh jî hatibû îdîakirin dadgehê biryar da ku qedexeya tûrbanê ne li gor rêgeza ‘azadiya ol û baweriyê” ye.

Di biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Karlsruhe de, hat diyarkirin ku qedexeyeke giştî ya tûrbanê li dijî destûra bingehîn e û qedexeya tûrbanê ya li hin dibistanan hê jî heye li dijî azadiyên olî ye.

Di biryarê de her wiha xala ‘Perwerdeya Xiristiyan û Rojava, nirxên çandî yan jî kevneşopiyên wê’ ku di qanûnên perwerdeyê ya li eyaleta NRW de ye, bi sedema li dijî destûra bingehîn e hat betalkirin.

QANÛN LI GOR BIRYARA WÊ JI NÛ VE BÊN DESTGIRTIN

Di daxuyaniya eyaleta NRW’ê ya mamosteyên gilî kiribû, hat diyarkirin ku biryar ‘cihê kêfxweşiyê ye’. Wezîra Perwerdeyê ya Eyaletê Sylvia Lohrmann, got ku wê li gor biryarê di qanûnan de hin guhertinan çêbikin.

Dadgeha Destûra Bingehîn di sala 2003’an de jî di dozeke mîna wê de biryar dabû ku, ‘eger di qanûnê de cih bigire tûrban dikare bê qedexekirin. Piştî vê biryarê eyaletên NRW, Berlîn, Bremen jî di nav de li 8 eyaletan tûrban hatibû qedexekirin.