Li Elmanyayê rêjeya xizaniyê derket asta herî jor

Li Elmanyaya ku aboriya herî mezin ya YE’yê, li gel mezinbûna boriyê xizanî jî zêde dibe.

Li Elmanyaya ku aboriya herî mezin a YE’yê, li gel mezinbûna demên buhrî xizanî jî zêde dibe. Li gorî daneyên sala 2013’an de rêjeya xizaniya li welat di salên 1990’î de ku du Elmanya bûn yek şûnde derket asta herî jor.

Li gorî daneyên ku ji aliyê  ‘Paritatischer Wohlfahrtsverband’ ve ku nêzî 10 hezar komeleyê di bin banê xwe de digire û di qada civakî de xebatan dimeşîne, li Elmanyayê xizanî her diçe zêde dibe. Hat gotin ku xizanî di 25 salên dawî de gihiştiye asta herî jor û bi taybet jî kesên bi tena serê xwe zarokan xwedî dikin û betal xizaniyek cidî dijîn.

Li gorî encamên lêkolînê li Elmanyaya ku ji 80 mîlyonî zêdetir nifûsa wê heye, ji sala 2013’an û şûnde ji hatina salane ji sedî 60’î zêdetir  hejmara yên qezenc dike ji sedî 15.5 û 12.5 mîlyon e. Hejmara xizanan di 2012’an de 12.1 mîlyon û ji sedî 15 ye.

Li gorî daneyên Paritätischer Wohlfahrtsverband xizanî li hinek wîlayetan zêdetir e û li 16 eyaletan tenê li du eyaletan paşveçûn heye. Li eyaleta Berlîn, Bremen û Mecklenburg-Vorpommern rêjeya xizaniyê ji ser ji sedî 20’î ye û li Bavyera û Baden-Wurttembergê jî ji sedî 11 ye.

Rêjeya xizaniyê ji 16 eyaletan tenê li Sachsen-Anhalt û Brandenburg ketin nîşan da. Li  Sachsen-Anhalt rêjeya xizaniyê di 2012’an de ji sedî 21,1’ di 2013’an de ji sedî 20,9’a şûnde ket û li Brandenburgê jî  ji sedî 18,1’ê daket 17,7’an.

BI ZAROK, BETAL Û MALBATÊN ZAROKAN XWEDÎ DIKIN RE XIZANÎ ZÊDE YE

Di 2013’an de kesek bi tena serê xwe dijî sînorê xizaniyê mehane 892 euro hat diyarkirin, ya malbateke ku du zarokên wan hene jî wek hezar û 873 euro hat tespîtkirin.