Li Elmanyayê qedexekirina nixumandina serî hat betalkirin!

Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal, biryara xwe ya di sala 2003'an de li ser nixumandina serî ya mamosteyan wergirtibû, ji nû ve nirxand.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal, biryara xwe ya di sala 2003'an de li ser nixumandina serî ya mamosteyan wergirtibû, ji nû ve nirxand. 

Li gorî nûçeya di rojnameya bi navê Die Tageszeitung (taz) de cih girt, Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal, der barê qedexeya li ser nixumandina serî de biryara "Li dijî azadiya dîn û wijdan e" da.

Dadgeha Bilind bi vê biryara xwe re hikum da ku nixumandina serî nabe ku bi awayekî giştî were qedexekirin.

DADGEHÊ BIRYARA XWE REVÎZE KIR

Bi vê biryara nû ya ku tê îdîakirin Dadgeha Destûra Bingehîn wergirtiye re, dadgehê biryara xwe ya sala 2003'an revîze kir. Dadgeha Bilind di sala 2003'an de, di doza mamosteya Stûttgartî Fereshta Lûdîn de biryar da bû ku eger di qanûnê de cih bigire, wê awayekî îhtiyatî qedexeya nixumandina serî pêkan be.

Li ser vê biryarê gelek eyaletan, di mijara qedexeya nixumandina serî de guhertinên qanûnî kiribû.