Li Elmanyayê greva rêyên hesinî li ber deriye
Makînîstên di rêyênhesinî yên Elmanyayê de dixebitin, piştî muzakereyên bi rojane berdewam dikin encam neda, biryara grevê girtin.
Makînîstên di rêyênhesinî yên Elmanyayê de dixebitin, piştî muzakereyên bi rojane berdewam dikin encam neda, biryara grevê girtin.
Makînîstên di rêyênhesinî yên Elmanyayê de dixebitin, piştî muzakereyên bi rojane berdewam dikin encam neda, biryara grevê girtin. Li gorî sendîkarya GDL a makînîstan temsîl dikin, grevek herî kêm 100 saetî dikare berdewam bike.
Muzakereyên di navbera şîrketa rêyênhesinî Deutsche Bahn û Sendîkaya Makînîstên Elman (GDL) de encamê nadin. Dihat payîn ku duh Deutsche Bahn bi pêşnûmeyek nû bê sendîkayê, lê tê gotin ku daxwazên sendîkayê piştguh dikin.
Sekreterê GDL Claus Weselsky der barê mijarê de daxuyaniyek da û got ku der heqê dîrok û dema grevê de nîqaş di sendîkayê de didomin. Weselsky got ku wê grev di demek di cih de bê ragîhandin. Lîderê sendîkayê berê gotibû grev wê herî kêm 100 saetî bidome, lê der barê greva nû de şîroveyên cuda tê kirin.
Weselsky da zanîn ku şîrketa Deutsche Bahn di muzakereyan de ne çêker e û got: “Em muzakereyê dikin û em vê tenê ji bo muzakereyê dikin. Em mîlîmetreyekê jî pêşde naçin. Niya yekane rêya me greve.
Sendîkaya GDL herî dawî ji bo Deutsche Bahn re pêşniyarek nû anîbû lê pêşnûmeya ku pêşniyar digirt nav xwe ji aliyê şîrketê ve bi hinceta ku ‘tenê daxwazên GDL yên jor digire nav xwe’ hatibû redkirin.
200 hezar zêdetir kes di rêyênhesinî yên Elmanyayê de rasterast di Deutsche Bahn de dixebitin. Sendîkaya GDL ligel 17 hezar zêdetir makînîstî, baskên pîşeyên din jî temsîl dike û dixwaze ev mafê muzakereyê ji bo pîşeyên din jî bên nasîn. Ji ber vê yekê di navbera GDL û Sendîkaya Veguhestin û Rêyênhesinî (EVG) ya sendîkaya herî mezin a Deutsche Bahn de nelihevkirinên cidî derketine.
GDL ji bo xebatkaran herî kêm ji sedî 5 zam û heftane 39 saetên xebatê bila bikeve 37’an dixwazin.
Xebatkarên rêyênhesinî sala buhrî 6 caran ketibûn grevê û van grevan bi rojan berdewam kiribû.