Li Êlihê Hozan Mizgîn hate bibîranîn

Li Êlihê Hozan Mizgîn hate bibîranîn

Navenda Çandê ya Biharê ji bo bîranîna Hunermend Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) şeveke bîranînê li dar xist. Di bîranînê de xwişka Mizgîn Şukran Akiş diyar kir ku, Hozan Mizgîn xebata xwe têkoşîna azadiyê bi pêşengê PKK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Mazlûm Dogan re nasî û destpêkir, herwiha bi hunera xwe bandor li ser gel kir.

Navenda Çandê ya Biharê ya Êlihê bi mebesta 21’mîn salvegera jiyana xwe ji destdana gêrîlaya PKK’ê Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) li avahiya xwe şahiyekî bîranîna li dar xist. Di şahiyê de Parlementera BDP’ê Ayla Akat Ata, Hevsroka BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, xwişka Hozan Mizgîn Şukran Akiş, birayê wê Şêxmûs Aydin û gelek kesên din amade bûn. Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir û pişt re ji Navenda Çanda Biharê Çîçek Tekdemîr axivî û diyar kir ku, ew ji bo bîranîna Hozan Mizgîn ev şahiyê amade kiriye û got, ji bo ew hunera Hozan Mizgîn meşandiye bidin jiyan kirin dê bêtir xebatê çand û hunerê bi meşînin. Piştî axaftina Tekdemîr, ji bo bîranîna Hozan Mizgîn û hevalên wê sînevîzyonek ku ji wênêyê wê û stranê wê pêk dihat hate pêşandan.

Piştî pêşandana sînevîzyonê xwişka Hozan Mizgîn Şukran Akiş axaftinek kurt kir. Akiş tevlîbûna Hozan Mizgîn a nava şoreşê bi bîr xist û wiha axivî: “Dema Mizgîn tevlî nava şoreşê bû hêja 15 salî bû. Wê demê kesî nikaribû bêje ez kurd im û jin im. Lê wê demê jî Mizgîn xebatek mezin li Êlihê dida meşandin. Yanî ew dem dema Egîd û Mazlûm Dogan bû û bi wan re şoreş naskir û bi wan re di xebitî. Bi hûnera xwe li ser gel bandorek çêkir û gelek kesan ji bo vê şoreşê da qezençkirin. Yek ji pêşengên jinên Kurd bû. Ez tenê daxwaz dikim ku em di şopa Mizgîn û hevalê wê de bi meşin û bibin şopdarê riya wan.”

Şukran Akiş piştî axaftina xwe ji bo beşdarvana starana Hozan Mizgîn a ku li ser bîranîna Mahsûm Korkmaz a bi navê “28’ê Adarê” çê kiribû vegot.

Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî Hozan Mizgîn û hemû cangoriyên ku di meha Gulanê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û dest bi axaftina xwe kir. Akat Ata destnîşan kir ku, lazime ew her demê bêtir xwedî li şehîd xwe derbikevin û têkoşîna wan bilind bikin û wiha got: “Pêwîste jinên Kurdistanê, ji bo dîroka azadiya têkoşîna Kurdistanê rûpelek nû vekin. Sebebê herî mezin yê serkeftin û rêxistinbûna me têkoşîna gelê me ya mafdare. Divê em li gorî wesiyeta Mizgîn û hemû şehîdan tev bigerin. Ji ber vê pêwîste em Rêberê Gelê Kurd azad bikin.”

Akat Ata, da zanîn ku pêwîste ew ji bo azadiyê bêtir bi xebitin û got, dê her bîranîn û jiyana şehîdek wan ji bo wan bibe nîşana serkeftinê. Akat Ata bal kişand ser pêvajoya siyasî û xwest hemû jin ji bo rêxistinbûyînê û têkoşînê tevlî refên rêxistin û têkoşînê bibin.

Piştî axaftina Akat Ata, Koma Rosîda û Hunermen Marûf Alan ên Navenda Çanda Biharê derketin ser dikê û ji bo bîranîna Hozan Mizgîn û hemû cangoriyên meha Gulan stran vegotin.