Li Êlihê Erdem hate bîranîn û qetilkirina Ozdel hate şermezarkirin
Li Êlihê Erdem hate bîranîn û qetilkirina Ozdel hate şermezarkirin
Li Êlihê Erdem hate bîranîn û qetilkirina Ozdel hate şermezarkirin
Endamên BUO-DER’ê, xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem ê ku 5 sal berê hate qetilkirin biranîn û înfazkirina Rojhat Ozdel ê ku li Geverê ji aliyê polîsan ve pêk hat şermezar kirin.
Endamên Komelaya Xwendekarên Azad ên Zanîngeha Êlihê (BUO-DER), bi boneya 5’emîn salvegara qetilkirina Aydin Erdem û şermezarkirina qetilkirina Rojhat Ozdel ê li Geverê ji aliyê polîsan ve pêk hat li Zanîngeha Êlihê meş û daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Xwendekar li ber avahiya beşa Fen û Edebiyatê li hev kom bûn û heta ber avahiya Xwaringeha Navendî meşiyan. Di meşê de posterê Aydin Erdem, pankarta “Bi ciwanên rêxistinbûyî re ber bi pêşeroja azad ve” û dowîzên “Şehîdên şoreşê nemir in" û “Ya pêşerojek bi ronahî an jî pêşerojek bi dilpakî” hatin hildan. Xwendekaran dirûşmên “Rêheval Aydin nemir e" û “Rêheval Rojhat Ozdel nemir e" berz kirin.
Hevalan li ber Xwaringeha Navendî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPJ”, “Polîsên qatil ji zanîngehê bi qewirin" û “Êrîş nikarin me bêzar bikin” berz kirin û sruda “Çerxa Şoreşê” xwendin û rêzgirtin pêk anîn.
‘ERDOGAN FERMAN DA ROJHAT OZDEL HATE QETILKIRIN’
Li ser navê xwendekaran Endamê BUO-DER’ê Serdar Gozen daxuyanî xwend û diyar kir ku Aydin Erdem xwendekarê pola 2’emîn ê beşa Matematîkê yê Zanîngeha Dîcleyê bû. Gozen anî ziman ku Erdem ji aliyê polîsên faşîst ve hate qetilkirin. Gozen, da zanîn ku roja ku Serokomar Erdogan got “Polîsê me ma welatiyan dikuje” li Geverê ciwanê bi navê Rojhat Ozdel ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Gozen, balkişand ser êrîşên faşîstan ên ser xwendekarê kurd
Piştî daxuyaniyê endamê BUO-DER’ê Şerîf Kaya jî nameya Leyla Qasim a beriya bê îdamkirin ji xwendekaran re xwend.
Piştî axaftina çalakiya rûniştinê pêk hat.