Li Efrînê ji bo azadiya Ocalan îmze tên komkirin
Li Efrînê ji bo azadiya Ocalan îmze tên komkirin
Li Efrînê ji bo azadiya Ocalan îmze tên komkirin
Komîteya “Parastina azadiya Rêber APO” li meydana Şehîdan a bajarê Efrînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi berhevkirina îmzeyan kir.
Di çarçoveya berhevkirina îmzeyan li seranserî Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê Kampaniya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li herêma Efrînê bi armanca berhevkirina 400 heza îmze destpê kir.
Li meydana Şehîdan a bajarê Efrînê bi daxuyaniyekê destpê kir. Endamê Komîteya “Parastina azadiya Rêber APO” Xelîl Xelîl daxuyanî xwend. Di daxuyaniya ji bo îmzeyan hate diyar kirin: “Ji bo herikandina xwînê raweste û wêrankirina li serê Kurdan hatiye neyê dubarekirin û ji bo hêstirên dayîkan rawestin divê doza Kurdan were çareserkirin û ji bo çareserkirina dozê pêdivî bi kesayetin rêber heye ji bo pirsgirêk bi awayekî aştiyane çareserbike.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Bê gûman Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji 100 kesên bi bandor di cîhanê de ye û bi pirojeya xwe ya aştiyane û demokrasî bandor li tevahî cîhanê kiriye û ji bo biserketina pirojeya aştiyane û demokrasiyê divê serbest were berdan.”
Piştî daxuyanî hate xwendin bi dehan ji welatiyên bajarê Efrînê îmzeyên xwe avêtin. Her wiha pir kesan ji wan bi xwîna xwe îmze kirin.
Welatiya bi navê Hemîde Mihemed derbarê berhevkirina îmzeyan wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nûnertiya tevahî civakê dike û ji kesayetên ku fikir û ramanê wî bandor li seranserî cîhanê kiriye û em hatine vir ji bo em dengên xwe bidin ji bo azadiya Rêberê Kurd.”