Li DYA’yê obezbûn di nav reşik û xizanan de zêde dibe

Li DYA’yê yek ji pirsgirêkên herî girîng ê tenduristiyê obezbûn e û sal bi sal zêde dibe.

Li DYA’yê yek ji pirsgirêkên herî girîng ê tenduristiyê obezbûn e û  sal bi sal zêde dibe. Obezbûn, bi taybet bi reşik û kesên xizan re zêde dibe û ev nîşan dide ku obezbûn bi kesên ku pirsgirêkên aborî û civakî dijîn re, zêde tê dîtin.

Rêjeya gihiştiyên obezê ji sedî 27.7 û ji sala 2008’an heta niha gihiştiye asta herî jor. Li gorî lêkolîna ku li Enstîtuya Gallup hatiye kirin, rêjeya obezbûnê di 2008’an de ji sedî 25.5, di 2012’an de ji sedî 26.2 û  2013’an de  ji sedî 27.1 bû. Li gorî vê bi kesên ku berê di kategoriya kelewan de cih digirt de, rêjeya obezîteyê zêde bûye.

BI KESÊN QELEW RE DIGIHÊJE JI SEDÎ 63’AN

Rêjeya obezbûnê piranî bi kesên temenê wan di ser 45’yî de û bi jinan re hat dîtin. Obez û kesên qelew ji sedî 62.9’ê nifûsê  ava dikin.

Aliyên civakî yê rîska obezbûnê lê zêde ye, li deverên weke Missîssîppî yan jî Louîsîana yên reşik û xizan lê dijîn. Li gorî  vê li gorî parametreyên aborî û civakî, kesên xizan rîska obezbûnê heye.

Li ser navê Saziya Healthways Lifestyle Solutions, ku lêkolîn bi rê ve bir, Janna Lacatell agahî dan û got: “Divê li ser pirsgirêkên aborî û civakî yên kesên obez bê sekinandin.”

Lêkolîna tekildarî obezbûnê de ji aliyê Enstîtuya Gallup ve hat kirin û hat gotin ku bi 176 hezar û 702 kesên gihiştî re hatiye dîtin.