Li DYA skandaleke nû ya guhdarkirinê
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka skandaleke nû ya guhdarkirinê derket holê.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka skandaleke nû ya guhdarkirinê derket holê.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka skandaleke nû ya guharkirinê derket holê.
Li gor agahiyên rojnameya Wall Stree Journal dane, ajansa casûstiyê CIA, ji bo sîstemên şopandinê ji aliyê Wezareta Edaletê li xakên Amerîka pêk werin rolekî girîng lîstiye.
Ev hevkarî di aliyê hiqûqî de dibe pirsgirêk. Ji ber çi dibe bila bibe mafê CIA nîne di nav axên Amerîka de mudaxeleyan bike.
Ji bo guhdarkirinê teknîkeke ku pir hêsan tê dîtin tê bikaranîn. Cîhazeke bi navê “Dîrtbox” li balafirên biçûk ên bi navê Cessna tên bicihkirin.
Ev balafir ji bo telefonan wek rola antena îstasyoneke navber rol dilîze û daneyên telefonên bêrîka ên dikevin ber bi dest dixe.
Rayedar her çiqasî binpêkirina rêzikan piştrast nakin jî, agahiyên ku rojnameyê deşîfre kirin li ser têkiliyên di navbera her du saziyan de gumanan çêdike.
Berê jî der barê têkiliyên di navbera serwîsên îstixbarata Amerîka û serwîsên Edaletê de agahî hatibûn nîşandan. Serwîsa têkoşîna bi tiryakê re, bikaranîna daneyên ku CIA û Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerika hatibû sûcdarkirin.