Li Dusseldorfê çalakiya "Bila komkujiya Parîsê were ronîkirin"
Li Dusseldorfê çalakiya "Bila komkujiya Parîsê were ronîkirin"
Li Dusseldorfê çalakiya "Bila komkujiya Parîsê were ronîkirin"
Li bajarê Elmanya Dusseldrofê, bi şiyara "Bila komkujiya Parîsê were ronîkirin" çalakiyek hat lidarxistin. Di ser kuştina siyasetmedarên Kurd ên Jin Sakîne cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de çar meh û nîv derbas bûne, lê hînê hukûmeta Fransa ti daxuyanî nedaye. Ev helwesta hukûmeta Fransayê, li Dusseldorfê hat şermezarkirin.
Çalakî weke dewama çalakiyên her roja Çarşemê, li ber Konsolosa Fransa ya li Dusseldorfê hate lidarxistin. Di çalakiyê de Kurdistaniyên ji bajarên Grevenbroich, Neuss, Dortmund, Koln û Bonnê amade bûn û ji komeleya Dusseldorfê Cemal Kaçan belavoka amade kiribûn, xwend.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bêdengiya hukûmeta Fransayê ya çar meh û nîvên ser bûyerê de derbasbûyê, hukûmeta Fransayê dixe rewşeke bi guman û hat destnîşankirin, ku dozgerên Fransayê li pey bûyerê nakevin.
Di daxuyaniyê de weha hat bibîrxistin, ku 250 Kurdistaniyên çalak heta niha ji aliyê Fransayê ve hatine girtin û hukûmeta Fransa hewl dide Kurdan krîmînalîze bike. Kurdistaniyan bang li hukûmeta Fransayê kirin ku dawî li vê helwesta xwe bîne û hat xwestin, ku komkujiya li Parîsê tavilê ronî bike.